Erdogan û Trump mijara Xaşikçi û pêşhatên li Sûriyê guftûgo kirin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump di telefonê de, mijara Cemal Xaşikçi û geşedanên dawîn ên li Sûriyê guftûgo kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump di telefonê de, mijara Cemal Xaşikçi û geşedanên dawîn ên li Sûriyê guftûgo kirin.

Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê hat dayîn, Erdogan û Trump duh êvarê bi têlefonê axivîn. Di axaftinê da herdu serok li ser têkiliyên herdu welatan, têkoşîna terorê, mijara Cemal Xaşikçi û geşedanên dawîn ên li Sûriyê sekinîn û fikrên xwe ji hev ra gotin.

Di axaftinê de li ser pêvajoya hiqûqî ya keşeyê Amerîkî Andrew Brunsonê Amerîkayî jî sekinîn û herdu serokan biryardariya ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê da tevkarî di her qadê da normal bibin û xurt bibin, teyîd kirin. Her wiha FETO jî di nav da li ser tevkariya têkoşîna terorê jî sekinîn.

Herdu serokan destnîşan kirin ku di mijara Minbicê da nexşerê di demeke kin da têkeve rewacê û li ser girîngiya mitabeqata Îdlibê sekinîn.

Erdogan û Trump hevnerîn bûn, ku bûyera kuştina Cemal Xaşikçi ji her alî ve were ronîkirin.

Di demên dawî de li ser çend mijarên wek rewşa Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê û zîndankirina keşeyê Amerîkî Amerîkî Andrew, pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê gelek aloz bibûn û nakokiyên tund di navbera herdu welatan de serî hildabûn.

 

S. B