Firensa kar li ser veguhestina zarokên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê dike

Berpirsan Firensî: Amadekariyên me berdewam in ji bo veguhestina wan zarokan û ev yek wê li ser erêkirina dayikên wan bimîne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Ajansa Reutersê ji ser zimanê hejmarek berpirsên Firensî veguhestiye, ku  Hikûmeta Firensî kar li ser veguhetina zarokên çekdarên DAIŞê yên Firensî dike, ku niha li cem hêzên Kurdî girtî ne. Lê ewê dayikên wan zarokan li Sûryê bihêle daku ji aliyê dadgehên bakurê Sûryê ve bên sizadan.

Bi gotina wan berpirsan: Amadekariyên wan berdewam in ji bo veguhestina wan zarokan û ev yek wê li ser erêkirina dayikên wan bimîne.

Li gorî ku hatiye ragihandin, dibe ku di dawiya vê salê de, piroseya veguhestina wan zarokan destpê bike û tirsa Firensa ji wê yekê heye, ku ew zarok di pêşerojê de, bibin kesên tundrew.

Ji aliyê xwe ve, rêveberiya xweser ragihand, ku niha 1200 zarokên çekdarên DAIŞê li cem HSDê ne.

Herwiha diyar kir, ku çendîn caran wê daxwaz ji hemû welatan kiriye, ku welatiyên xwe, yên tevlî çekdarên DAIŞê bûne û niha li cem HSDê girtî ne.

N.O