Aktar: Aliyekî HDP'ê dixwaze Demîrtaş were jibîrkirin

Di demên dawî de dîsa di nav raya giştî de nêzîkatiya Partiya Demokratîk a Gelan HDP ya li hember Hevserokê HDP'ê yê berê Selahedîn Demîrtaşî tê nîqaşkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Di demên dawî de dîsa di nav raya giştî de nêzîkatiya Partiya Demokratîk a Gelan HDP ya li hember Hevserokê HDP'ê yê berê Selahedîn Demîrtaşî tê nîqaşkirin. Di hin torên medyaya civakî de helwesta HDP'ê ya li hemberî Demîrtaşî tê rexnekirin. Rayedarên HDP'ê van rexneyan red dikin û amaje dikin ku; Demîrtaş nehatiye piştguhkirin û hin jî bi fikirên Demîrtaşî dişêwirin. Lê yek ji parêzerê Demîrtaş Mihemed Emîn Aktar jî amaje dike ku, di nav HDP'ê de aliyek heye ku dixwaze Demîrtaş were jibîrkirin.

Hevserokê berê yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş, piştî ku hat zindanîkirin jî ji girtîgehê bi rêya parêzeran derbarê politikaya partiya xwe de rexne û hêviyên xwe tîne zimên. Rêveberên HDP'ê jî li hember rêbaza aşkerekirina rexneyên Demîrtaşî nerazîbûna xwe tînin zimên. Herî dawî jî di hefteya derbasbûyî de di çalakiya şeşemîn salvegera damezrandina HDP'ê de bi berfirehî qala Demîrtaşî nehat kirin. Bi rêya torên civakî gelek kesan bertek nîşanî helwesta HDP'ê ya li hember Demîrtaşî da. Lê aliyên HDP'ê van rexneyan red dikin. Parlementerê HDP'ê yê Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizrakli derbarê nîqaşên li ser Demîrtaşî got; Selahedîn Demîrtaş jî nirxeke HDP'ê û siyaseta demokratîk a Kurdan e û tu caran jî Demîrtaş nehatiye piştguhkirin.

Adnan Selçuk Mizrakli ji K24ê re got: "Demîrtaş ne tenê ji bo partiya me, ji bo raya giştî ya demokratîk jî xwedî ciheke girîng e. Demîrtaş ji aliyê me ve wekî serokekê tê bibîranîn. Demîrtaş nehatiye piştguhkirin. Tu pirsgirêka di navbera HDP'ê û Demîrtaşî de tune ne. Ji aliyê siyasete ve asayî ye ku carina di polîtîqayê de hin guhertin çêbibin. Her dem nirxandin û nêrînên Demîrtaş ji bo me û partiya me girîng in."

Rayedarên HDP'ê di gotarên xwe de amaje dikin ku HDP ne partiya şexsan e; partiya gelan e bi awayeke rêxistinî siyaseta demokratîk dimeşîne. Li gorî nirxandina çavdêrên siyasî di nav raya giştî de ciwanbûna û jîrbûna Demîrtaşî wî dike aktorekî bihêz yê siyasetê û ji bo siyaseta Kurd wekî sûdekê dibînin. Mihemed Emîn Aktar jî parêzerê Demîrtaş e. Aktar jî got;  li gor çavdêriya min jî di nav HDP'ê de aliyeke heye ku naxwaze Demîrtaş li pêş be, lê ev helwest şaş e; lewra kesên wekî Demîrtaş bi hêsanî nagihin.

Parêzerê Demîrtaş, Mihemed Emîn Aktar ji K24ê re dibêje: "Tişta ku dibînim rast e, aliyeke di nav HDP'ê de dixwaze ku Demîrtaş were jibîrkirin. Ev heye. Di warê legal de, di warê siyasetê de aktorên wekî Demîrtaşî di çend salan carekê tên. Ji ber wê yekê jî, Pêwîstiya Kurdan bi aktorên wekî Demîrtaşî heye ku ji bo Kurdan siyasete bimeşîne. Ji ber wê yekê jî dixwazim ku xwedîlêderketineke mezin û bi girseyî hebe."

Siyasetmedarên HDP'ê naxwazin ku Demîrtaş li ber çavên raya giştî rexneyan bike û dibêjin, Demîrtaş wekî kesekî qedirbilind dibînin. Lê şîrovekarên siyasî jî dibêjin ku; HDP li Demîrtaşî xwedî dernakeve û naxwaze ku êdî stêrka wî bibiriqe. Şîrovekarên siyasî di nirxandinên xwe de amaje dikin ku Demîrtaş, aktorekî baş yê siyasî ye divê siyaseta Kurd dest ji Demîrtaşî bernede.

Demîrtaş, ji 5'ê Mijdara 2016'an ve di zindana bi Tîpa F ya Edîrneyê de bi şêweyeke zindanîkirî tê darizandin.