PDK beşdarî Konferansa Partiyên Siyasî yên Asyayê dibe

Îro Dehemîn Konferansa Partiyên Siyasî yên Asyayê li Moskoyê paytexta Rûsyayê birêve diçe û şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi fermî bo wê hatiye vexwandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro Dehemîn Konferansa Partiyên Siyasî yên Asyayê li Moskoyê paytexta Rûsyayê birêve diçe û şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi fermî bo wê hatiye vexwandin.

Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya PDKê Huşyar Sîweylî ku niha li Moskoyê beşdarî wê konferansê bûye ji K24ê re ragihand, wek PDKê ew ji mêj ve di Rêxistina Navdewletî ya Partiyên Siyasî yên Asyayê ne. Pêwendiyên wan di wê çarçovê de ne ku bikevin berjewendiyên Herêma Kurdistanê.

Herwiha got: “Bi fermî ji me hat xwastin gotarekê tê fr pêşkêş bikin. Di gotara xwe de zêdetir tekeziyê li ser pêwendiyan û pêşveçûna Herêma Kurdistanê dikin û behsa rola PDKê di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de dikin. Herwiha behsa encamên referandûma serxwebûna Kurdistanê û karvedanên wê jî dikin.”

Diyar kir jî, di wê konferansê de serokekî nû ji wê rêxistinê re tê hilbijartin û biryar e Serokê Partiya Rûsyaya Yekgirtî bibe serokê wê rêxistinê.

Konferansa Partiyên Siyasî yên Asyayê li Moskoyê du rojan berdewam dibe, serkirde û endamên 300 partiyên kîşwera Asyayê tê de beşdar in.

 

S. B