Emmanuel Macron pêşwaziya Nadya Murad kir

Li Koşka Élysée Serokê Frensayê Emmanuel Macron pêşwazî li xwedana xelata Nobel a aştiyê Nadiye Murad kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Koşka Élysée Serokê Frensayê  Emmanuel Macron pêşwazî li xwedana xelata Nobel a aştiyê Nadiye Murad kir.

Nadiye Murad, xwedana xelata Nobil ya aştiyê û balyoza Neteweyên Yekgirtî ji bo pirsa bazirganiya bi mirovan, piştî civîna  ligel Serokê Frensa ragihand ku wê tekezî li ser dadgehkirina tawanbarên DAIŞê kiriye.

Nadiye tekez kir ku qurbaniyên rizgarbûyên destê DAIŞê di rewşeke xerab de dijîn û got jî pêwîst e daxwazên wan werin bicih kirin.

Nadya Murad destpêka vê mehê ji aliyê Komîteya Nobel a Aştiyê ve, wekî Xelatgîr a Aştiyê ya Nobelê hatibû destnîşankirin.

 

 

C.B