Wezîra Berevanî ya Italyayê gihişt Hewlêrê
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîra berevanî ya Italyayê Elisabetta Trenta li belafirxaneya navdewletî ya Hewlerê ji alî Wezîrê navxweyî yê Kurdistanê û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Sincarî ve hate pêşwazî kirin.
Trenta û şanda ligel li herêma Kurdistanê dê pêwendiyên Italya û herêma Kurdistanê bigrin dest.
Herweha tê çaverêkirin ku, Trenta seredana Navenda serbazî ya Italya li herêma Kurdistanê bike.
Italya yek ji wan welatan e ku di çarçoveya şerê dijî DAIŞê de ya Hêzên Hevpeymanan de piştgiriya Hêzên Pêşmerge dike.
C.B