Demîrtaş ji bo rêkeftina bi partiyên Kurdistanî re daxwazek kir

Hevserokê HDP'ê yê berê Selahetîn Demîrtaş diyar kir, divê HDP di çarçoveya rêkeftina ligel partiyên Kurdî de kesên guncaw û yên xelk jê hez dikin ji bo hilbijartinên şaredariyan bikin namzed.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDP'ê yê berê Selahetîn Demîrtaş diyar kir, divê HDP di çarçoveya rêkeftina ligel partiyên Kurdî de kesên guncaw û yên xelk jê hez dikin ji bo hilbijartinên şaredariyan bikin namzed.

Selahetîn Demîrtaş ji bi rêya parêzerê xwe ji televizyonek nêzî PKK'ê re axivî. Demîrtaş li ser operasyonên li dijî HDP'ê diyar kir ku ev operasyon ji bo şikandina îrade û rêxistinkirina gel tên kirin.

Demîrtaş got, ev operasyon ji 2009'an ve û herî zêde di dema hilbijartinan de tên kirin û divê gel xwe birêxistin bike û xwedî li HDP'ê derbikeve.

Demîrtaş diyar kir, helwesta dadgehan a li hemberî wî û HDP'ê ti aliyên wê yên yasayî nîne û hemû siyasî ne.

Li ser hilbijartinên şaredariyan jî Demîrtaş wiha got; "Eger AKP di vê hilbijartinê de sernekeve, dibe mijara hilbijartinên pêşwext bê rojevê. Ji bo HDP'ê jî ev hilbijartin wê pêdagiriya li hemberî siyaseta qeyûman be." Demîrtaş anî ziman ku Erdogan dixwaze bi qeyûman xelkê ji çûna ser sindoqan sar bike û wiha got, "Divê gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bidin. Divê em ji hemû cîhanê re nîşan bidin ku siyaseta van qeyûman pûç bûye."

Hevserokê berê yê HDP'ê li ser rêkeftina HDP û partiyên Kurdistanî jî wiha got, "Eger bi rêkeftinek berfireh û rêbazên demokratîk namzedên li gor daxwaza gel bên hilbijartin, ti gûman nîn e emê serkeftinek mezin bidest bixin. Divê kesên gel jê hez dikin bibin namzed. Bi taybet divê di çarçoveya rêkeftina ligel partiyên Kurdî de, namzedên guncaw bên diyarkirin."

 

S. B