Îran: Sizayên Amerîka nikarin siyaseta me biguherin
K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, di dîdarekê de li gel Kenala CBS NEWS a Amerîkî ragihand, ku sizayên Amerîkî wê bandorê li ser abûriya Îranê bikin, lê ewê nikaribin siyasetên me biguherin.
Mihemed Cewad Zerîf got: Pêwîst e Amerîka zanibe, ku ew hogirî siyaseta sizadanê bûye û di baweriya wê de, ku ewê karibe bi vê siyasetê tevahiya kêşeyan bi awayekî guncayî çare bike.
Herwiha got: Sizayên Amerîkî berî her kesî li dijî welatiyên Îranî ne, wek Hikûmet jî, emê pêbendî kêmkirina bandora wan sizayan bin û bi tekezî ew sizana wê nikaribin siyasetên me biguherin.
Derbarê helwesta welatên Ewropî Zerîf got: Ev yekem car e, ku welatên Ewropî, ne tenê bi gotinan, lê bi awayekî piraktîkî jî li dijî sizayên Amerîka li ser Îranê radiwestin û kar ji bo kêmkirina bandora wan li ser Îranê dikin û dixwazin ku beşekî ji ziyanên wan qerebû bikin.
Biryar e roja 5ê Mijdara dahatî, ku tenê yek hefte maye, Hikûmeta Amerîka qunaxa diwem ji sizayên abûrî li ser Îranê bisepîne û li gorî hatiye ragihandin, wê vê carê Amerîka dorpêçê li ser kirrîn û firotina petrola Îranê deyne û hişyarî daye her aliyekî daku petrola Îranê nema bikirrin.
N.O