Şandeke PDK li Mosko li gel Nûnerê Putin civiya

Şandeke PDK, li avahiya Wezareta Derve ya Rûsî li Mosko, li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya ji bo karûbarên Rojhilata navîn û Bakurê Efrîqiya (Mikhail Bogdanov) civiya.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro Sêşemê 30/10/2018an, şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê, li avahiya Wezareta Derve ya Rûsî li Mosko, li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya ji bo karûbarên Rojhilata navîn û Bakurê Efrîqiya (Mikhail Bogdanov) civiya.

Piştî kombûnê, berpirsê pêwendiyên derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Hoşyar Sîweylî, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku wan hez dikir vê civînê li gel Bogdanov lidar bixin, ji ber ku ew kesekî şareza ye li ser rewşa Kurdistanê û dostekî nêzîk ê Kurdistanê û PDKê ye.

Hoşyar Sîweylî diyar kir, ku pêwendiyên dîrokî di navbera Rûsya û Kurdistanê de hene û wan ji Nûnerê Serokê wî welatî xwest ku Hikûmeta Rûsî bêtir alîkarî û piştevaniya Herêma kurdistanê bike.

Herwiha Sîweylî got: Me ji Rûsya xwest ku pêwendiyên xwe yên abûrî û siyasî li gel Kurdistanê bihêztir bike û weke Amerîka û Çînê avahiyeke mezintir ji kunsulxaneya xwe re li Hewlêrê ava bike.

Derbarê pêwendiyên abûrî û baziragnî navhatî zelal kir, ku niha herdu kompaniyên girs ên Rûsî (Rosneft û Gazprom) li Herêma Kurdistanê di warê petrol û gazê de veberhênaneke mezin dikin û got: Me daxwaz kir ku hejmara xwendevanên Kurd li Rûsya bê zêdekirin û lez di vekirina Sentera Barzanî de bê kirin, ku biryar e li Mosko bê vekirin.

N.O