Erdogan: Bo Operasyona dijî Rojhilatê Firatê amade ne

Erdogan: Me plan û projeyên xwe derbarê Rojhelatê Firatê jî temam kirin e. Ji xwe beriya çend rojan me êrişeke sînordar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, hin navendên cîhanê, aliyek rejîma Esed sor dikin, aliyê din jî DAIŞ careke din zindî dikin û Sûriye dixin nav agirê. Da xuyakirin, ew tenê bi Îdlib, Efrîn û Cerablusê sînordar naming in û ew dê êriş li Rojhilatê Firatê jî bikin da ku hember Tirkiyê tu gefek nemîn e.

Erdogan herweha got, divê lêpirsîna kuştina Cemal Xaşiqçî zêde neyê derengxistin û armanca rizgarkirina berpirsên bûyerê nebe.

Receb Tayîb Erdogan - Serokomarê Tirkiyê got:

Heta ku em pirsa Sûriyê çareser nekin, em nikarin bi awayeke aram li pêş xwe binêrin. Tirkiye rêzdarî serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê ye. Bi operasyonên Mertala Firatê û Efrînê me derbên mezin li DAIŞ û YPG dan. Civaka Navnetewî û birayên Ereb baş dizanin ku, em çima çûna wan deran.

Niha hin navend, çekdarên DAIŞê dîsa zindî dikin. Bawer dikim, raya gişti ya cîhanê û gelê herêmê bi van lîstikan naye xapandin. Aliyek rejîmê sor dikin, aliyê din DAIŞ zindî dikin û dixwazin Sûriyê careke din bixin nav agirê.

Me plan û projeyên xwe derbarê Rojhelatê Firatê jî temam kirin e. Ji xwe beriya çend rojan me êrişeke sînordar kir.  Di demeke nêzîk de emê êrişên mezintir encam bidin. Wek her tim dibêjim: "Şevek ji nişka ve emê werin".

 

 

C.B