Salih Gedo: Divê hemû egeran danin ber çavê xwe

Hin siyasetmedar dibînin, gefê Erdogan cidî ne. Lê hin şirovekar dibînin ku tenê ev daxuyanî di warê fişaran de ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Piştî topbarana hin gundên bajarê Kobanê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan eşkere dike ku ewê berê xwe bidin rojhilatê Feratê, hin siyasetmedar dibînin, gefê Erdogan cidî ne. Lê hin şirovekar dibînin ku tenê ev daxuyanî di warê fişaran de ye.

Piştî rojekê ji civîna çaralî, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di axaftinekê de li pêş hin serkirdên partiya AKP eşkere kir, ewê dev ji bajarê Minbic berdin û berê xwe bidin deverên rojhilatê Feratê, ku di bin kontrola hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dene. Axaftinên Erdogan gelek metersî li cem raya giştî ya Kurdî peyda dike, nemaze ku topbarana hin deverên bajarê Kobanê nîşana bicîkirina van gefa ne, lê hin şirovekarên siyasî dibînin ku axaftinên Erdogan tenê di warê fişaran de ye, ji ber ku ta niha Amerîka di deverê de ye û ev yek dê bibe rêgir li pêşiya Tirkiyê ku ti hewildanên derbasbûna rojhilatê Ferat neke.

Şorovekarê siyasî Ekrem Hisên: “Me dît ku ev topbaran li ser rojhilatê Firatê çê bû, lê di cewherê wê de ew gef û fişarek e dixwaze li rojilatê Firatê bike. Ew ti carî nikare derbasî vê bibe, ji ber Amerîka ev herêm parastiye.”

Bi awayekî berdewam rayedarên Tirkiyê bal dikşînin ser metirsiyên hebûna hêzeke leşkerî Kurdî li ser sînorên wê û vê yekê weku behaneyekê bi kar tîne ku metirsiyê li ser ewlehiya wê ya niştîmanî çê dike. Hin siyasetmedarên Kurd ji aliyê xwe ve dibînin ku pêwîst e hêzên HSDê gefên Tirkiyê bi cidî binerxînin, herwiha raya giştî jî divabe bê deng nemîne bi taybet Amerîka.

Serkirdê di Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd (HNKS) de Salih Gedo: “Di vê dema asteng û bazaran de divê em hemû egeran danin ber çavê xwe, hemû eger dikarin bibin, bi taybet Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên ku ji aliyê leşkerî ve îdara herêmê dikin divê bi Amerîka û hêzên din re hene, fişareke cidî bikin.”

Di dema ku bicîkirina xalên rêkeftina Minbic di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de dereng ketine, TIrkiyê berê xwe dide rojhilatê Ferat bêyî ku tu bersiv ta nuha ji aliyê rayedarên Amerîkayê ve derkevin, di demekê de hin çavdêr dibînin ku TIrkiyê gefan li rojhilatê Ferat dike, lê armancên wê kontrolkirina tevahiya Minbicê ye.