Demîrtaş ji rêveberiya niha ya HDPê dilgiran e
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş ji kêmasiyên rêveberiya niha ya HDPê dilgiran e.
Demîrtaş ji ajanseke nûçeyan re ragihand, di navbera wî û HDPê de ti pirsgirêkên siyasî û îdeolojîk nîn in. Lê ew ji kêmasî û bêkêriya rêveberiya niha ya HDPê dilgiran e.
Herwiha Demîrtaş got, rêveberên HDPê yên ko dijî wî bi awayekî cuda diaxifin, dilsoz nîn in ne û şermê dikin.
Beriya çend rojan HDP bi boneya salvegera xwe ya şeşemîn belgefîlmek amade kiribû, lê di wê belgefîlmê de cih nedabû Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş.
Selahedîn Demîrtaş, tevî hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yuksekdag û 12 hevalên xwe yên parlamenter, beriya du salan 4'ê vê mehê hatibûn zîndanîkirin.
S. B