DAIŞê 6 leşkerên Iraqê kuştin

Çekdarên DAIŞê li rojhilatê Neynewa êrîşî ser artêşa Iraqê kir û 6 leşker kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê li rojhilatê Neynewa êrîşî ser artêşa Iraqê kir û 6 leşker kuştin.

Efserê si artêşa Iraqê de Raîd Kerîm Ubeydî aşkere kir, hejmarek ji çekdarên DAIŞê karîn xwe di sînorê Iraqê re vedizin û li rojavayê Neynewayê êrîşî ser binkeyeke artêşa Iraqê bikin.

Wî efserî diyar kir jî, di encama şer û pevçûnê de 6 leşkerên Iraqê û 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Amaje bi wê jî kir, piştî êrîşê ew çekdarên DAIŞê ber bi cihekî nediyar ve reviyan.

Ev yek di demekê de ye, di çend rojên bûrî de çekdarên DAIŞê li hin navçeyên Iraqê bi awayekî grûp grûp derdikevin û êrîş û teqeyan dikin.

 

S. B