Encûmena Parêzgeha Nînewa daxwaza vegera Şingaliyan dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokê Encûmena Parêzgay Nînewa Seydo Çeto daxwaz ji welatiyên Şingalê kir, ku li mal û milkên vegerin û dest bi avakirina navçeyên xwe bikin.
Seydo Çeto taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, ku Şingal a Şingaliyan e û ew bi xwe biryarê li ser pêşeroja xwe didin û got: Em helwesta hemû welatiyên Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê jibîr nakin ku di rojên giran û dijwar de, destê alîkariyê ji Şingaliyan re dirêj kirin.
N.O