Platforma Zimanê Kurdî 3 komîsyonan ava dike

Piştî ku di 29ê Cotmehê de bi beşdariya 9 partî û rêxistinên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê Platforma Zimanê Kurdî hat avakirin, platform niha hewil dide ku pisporên ji beşên cûda bîne cem hev û li ser pirsgirêkên zimanê Kurdî nexşerêyeke çareseriyê derxe holê.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Piştî ku di 29ê Cotmehê de bi beşdariya 9 partî û rêxistinên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê Platforma Zimanê Kurdî hat avakirin, platform niha hewil dide ku pisporên ji beşên cûda bîne cem hev û li ser pirsgirêkên zimanê Kurdî nexşerêyeke çareseriyê derxe holê. Zanyar hişyarî didin ku heta 2050ê zimanê Kurdî nekeve pergaleke bi rêk û pêk, dê bikeve bin xetereya nemanê de.

Partî û rêxistinên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê piştî ku Platforma Zimanê Kurdî avakirin niha jî lezê didin xebatên xwe ku bi şewirmendiya pisporên ji beşe cûda nexşerêyeke şênber deynin ber xwe. Di çarçoveya Platforma Zimanê Kurdî de dê 3 komîsyon werin avakirin ku dê komîsyonek li Bakurê Kurdistanê hişmendiya ziman bilind bike, komîsyonek daxwazên Kurdan ji Enqereyê re vebêje û komîsyonek jî di qada navneteweyî de pirsgirêkên zimanê Kurdî têxe rojeva Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekgirtî de. Endamê Platforma Zimanê Kurdî û Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê Sînan Çîftyurek dibêje dê xebatên wan li ser bingeheke zanistî bimeşin.

Sînan Çîftyurek ji K24ê re got: "Em ê komcivînek li dar bixin. Em ê bang li pispor, rewşenbîr, nivîskar, zimannas û siyasetmedaran bikin ku em ê binerin ka em dikarin ji bo pêşvebirina zimanê xwe dikarin çi bikin."

Di çarçoveya xebatê Platforma Zimanê Kurdî de komîsyonên ku werin avakirin dê daxwaz bikin ku li Tirkiyeyê zimanê Kurdî li cem zimanê Tirkî bibe yek ji zimanên fermî. Di derbarê pêşeroja zimanê Kurdî de Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan û endamê platformê Zekî Ekîncî dide zanîn ku eger zimanê Kurdî nebe xwedî statu dê pêşeroja zimên jî xirap be.

Zekî Ekîncî dibêje: "Zanyar û ronakbîr didin zanîn ku eger heta sala 2050yê zimanê Kurdî newe axaftin û xwedî li zimanê Kurdî newe derketin, dê zimanê Kurdî bikeve bin xetereya nemanê de. Ji bo vê yeke em nîqaşan dikin û li çareseriyan digerin."

Biryar e ku ji aliyê Platforma Zimanê Kurdî ve li Diyarbekirê di 10 û 11ê Mijdarê de Komcivînek were li darxistin û di Komcivînê de biryara destpêkirina kampanyaya "Bi Kurdî Biaxife" were dayîn. Her wiha siyasetmedar jî dê dakevin qadan û belavokên destan li xelkê belav bikin û cil û bergên Kurdî li xwe bikin.