Tirkiyê 332 penaberên neyasayî desteser kir
K24 - Navenda Nûçeyan.
Di nava hefteyekê de 332 penaberên neyasayî li Tirkiyê hatin girtin ku di nav wan de Kurd û welatiyên Sûrî û Iraqî jî hebûn.
Rojnameya Hurriyet a Tirkî ji ser zimanê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Silêman Soylu veguhestiye, ku ji roja 2 heya 9ê vê mehê, hêzên deryayî yên Tirkiyê, 332 penaberên neyasayî û sê qaçaxçiyên ku bazirganî bi penaberan dikirin, desteser kirin.
Di sala 2011an de û li gel destpêkirina cenga navxwe li Sûryê, Tirkiye bûye riyeke sereke ji wan kesan re, ku dixwazin weke penaber xwe bigînin Ewropa û ji bo rêgirtin li zêdebûna hejmara penaberan li Ewropa, Yekîtiya Ewropa rêketinek li gel Tirkiyê îmze kir.
N.O