Çekdarên Heşda Şeibî 13 çekdarên DAIŞê li Sûryê kuştin
K24 - Navenda Nûçeyan.
Fermandarê piroseyên serbazî yên Heşda Şeibî Qasim Mislih eşkere kir, ku piştî zanyarî gihiştin destê wan, çekdarên Heşdê êrîşeke serbazî bi mûşekan encam dan û ji encama wê, 13 çekdarên DAIŞê li deverên sînorî di nav axa Sûryê de hatin kuştin.
Qasim Mislih zelal kir, ku çekdarên wan ew êrîş li navçeyên: Meraşide, Mewazin, Sûse û El-Baxûz encam dane û ji bilî kuştina 13 çekdarên DAIŞê, wan nexweşxaneyek meydanî û komgeheke çekan li deverên sînorî di nav Sûryê û Iraqê de, jinav birin.
Di dema dawî de, çekdarên DAIŞê careke din li biyabana di navbera herdu welatan de û li Rojavayê Iraqê çalakî û tevgera xwe zêde kirine.
N.O