Zarîf: Destê Siûdiyê di êrîşên dijî birêvebirên Îranê de heye

Wezîrê derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemed Cewad Zarîf di hevpeyvîna xwe ligel rojnameya El Erebî el-Cedîd de ku li Londonê derdikeve, tometên giran li welatê Erebistana Siûdî kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemed Cewad Zarîf di hevpeyvîna xwe ligel rojnameya El Erebî el-Cedîd de ku li Londonê derdikeve, tometên giran li welatê Erebistana Siûdî kirin.

Liser pirsa “planên pêkanîna êrîşê dijî birêvebirên Îranê de, ku fermanbarê Hêza Qudis Qasim Silêmanî jî dinav wan de ye, agahdariya Erebistana Siûdî heye?” Mihemed Zarîf ragihand ku, “belê guman jî nîn e, di destê me de belge hene, ku Erebistana Siûdî xwedî agahdarî ye”.

Ligor Zarîf Siûdî di van salên dawî de alîkariya xwe ji hêzên terorist re li Îranê zêde kiriye û van hêzan jî êrîşên xwe zêde kirin e.

 

 

C.B