Aboriya Tirkiye 2019an lawaz dibe

Sazûmanên destnîşankirina ast a krediyan ên navneteweyî Moody's û Fitch pêşbiniyên xwe liser aboriya Tirkiye ya 2019an destnîşan kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Sazûmanên destnîşankirina ast a krediyan ên navneteweyî Moody's û Fitch pêşbiniyên xwe liser aboriya Tirkiye ya 2019an destnîşan kirin.

Ligor Moody's û Fitch çalakiyên aborî yên Tirkiye di sala pêşya me de bi astek zêde dê lawaz bibin. Moody's Investors Service diyar dike ku, di sala 2018an de mezinahiya aboriya Tirkiye dê ji sedî 1.5, lê di sala 2019an de ji sedî 2 biçûk bibe.

Fitch diyar dike ku, aloziyên mezin lipêş aboriya Tirkiye ne. Egerên vê yên sereke jî bi enflasyona bilind, bandor û rewşa pêwendiyên aborî yên derve destnîşan dike.

 

 

C.B