10 Partiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxwaza federaliyê dikin

Xala herî balkêş di nexşerêya wan partiyan de, daxwaza wê yekê kirine, ku divê mafê çarenivîsê bi awayekî fermî ji netew û pêkhateyan re bê parastin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Deh rêxistin û partiyên siyasî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, daxwaza Îraneke demokrat û federal dikin, ew aliyana ku çar partiyên Rojhilatê Kurdistanê di nav wan de ne, di daxuyaniyeke hevbeş de, nerînên xwe di nexşeriyekê de li ser pêşeroja Îranê belav kirin.

Di wê nexşeriyê de, ku kopiyek ji Kurdistan24ê re şandine, wan aliyan berî her tiştî dane xuyakirin ku sîstema desthilatdariya niha ya Îranê, nikare ti guhertineke demokrat peyda bike, ji ber wê yekê ew rijd in li ser nemana komara Islamî ya Îranê û daxwazên xwe bi 14 xalan destnîşan kirine.

Piraniya aliyên li ser wê nexşerêyê îmze kirine, nûnerên netewên Îranê ne, ji Rojhilatê Kurdistan jî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Hizba Demokrat a Kurdistanê, rêxistina Kurdistanê ay Hizba Komele û Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê, li ser wê nexşerêyê îmze kirine.

Herwiha wan aliyan daxwaz kiriye ku li Îranê sîstemeke Komarî Federalî hebe û ji bo mafên netewan daxwaza federaliyeke siyasî û îdarî ji bo navçeyên xwe kirine.

Xala herî balkêş di wê nexşerêyê de, wan aliyan daxwaza wê yekê kirine, ku divê mafê çarenivîsê bi awayekî fermî ji netew û pêkhateyan re bê parastin.

N.O