18 serbazên rêjîmê li Laziqiyê hatin kuştin

Navenda Himêmîm a Rûsî li Sûryê ragihand, ku 18 serbazên Hikûmeta Sûryê li gundewarê Laziqiyê, di êrîşeke dijberiya Sûrî de hatin kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Navenda Himêmîm a Rûsî li Sûryê ragihand, ku 18 serbazên Hikûmeta Sûryê li gundewarê Laziqiyê, di êrîşeke dijberiya Sûrî de hatin kuştin.      

Rêvebirê Navenda Himêmîm diyar kir, ku tevî berdewamiya rêketina rawestandina şer, lê çekdarên dijberiya Sûryê yên ku li Idlibê dimînin, ew rêketin binpê kirine.

Bi gotina wî fermandarê Rûsî: Di 24 demjimêran de, çekdaran gundewarê Heleb, Hema û Laziqiyê topbaran kirin û di encamê de 18 serbazên Artêşa Sûryê hatin kuştin û du kesên din jî birîndar bûn.

Ev demek e êrîşên Artêşa Sûryê û dijberiyê li dijî hev li navçeyên bê çek û gundewarê Hema û Helebê destpê kirine û dijberiya Sûryê Hikûmetê bi bilindkirina astê şer tometbar dike.

N.O