Hejmara qurbaniyên California bilind bû

Her ku diçe qurbaniyên şewata Wîlayeta California ya Amerîkî zêde dibe, li gorî dawîn amar, heya niha 74 kesan canê xwe jidest dane û 1000 kesên din nebedî bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Her ku diçe qurbaniyên şewata Wîlayeta California ya Amerîkî zêde dibe, li gorî dawîn amar, heya niha 74 kesan canê xwe jidest dane û 1000 kesên din nebedî bûne.

Duh serokê Ameîrka Donald Trump serdana navçeyên şewitî li bakurê California kir û ragihand, ku kesî nizanîbû wê ev bûyer rû bide.

Agirê California heya niha 146 hezar donim ji zevî û daristanan şewitandiye û ji encamê jî 9 hezar û 800 xanî wêran bûne.

N.O