Şandek Hevpeymaniya Navdewletî bi HSDê re dicive

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê şandeke Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê li gel serkirdayetiya Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) civiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê şandeke Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê li gel serkirdayetiya Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) dicive.

Ajansa “RT” di belav kir, şandeke Hevpeymaniya Navnetewî ya bi serokatiya Amerîkayê li bajarê Amûdê li gel serkirdayetiya HSD civiya û di civînê de rewşa sînor û êrîşê artêşa Tirkiyê gotûbêj kirin.

Herwiha di civînê de yek ji serkirdeyên hevpeymaniyê ji heman çavkaniyê re ragehand, şerê wan li dijî rêxistina DAIŞê li rojhilatê Feratê berdewam e û hêza wan dê li navçeyê bimîne heta aramî vegere deverê.

Demek e Tirkiye gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê dixwe û îro Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê daxwaz ji Amerîkayê kiribû ku piştgiriya xwe ji HSD û YPGê re rawestîne.

 

S. B