Rûsya û Tirkiye û Îran ji bo pirsa Sûrya dicivin

Ji Êlûna 2017an heya niha, çar caran civînên taybet ji bo dîtina çareyekê ji kirîza Sûryê re, li bajarê Astana hatine lidarxistin, lê heya niha ti çareyek ji wê kirîzê re di asoyê civînên Astana de diyar nebûye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di 28 vê mehê de, li Astana paytexta Kazaxistanê, wê serkirdeyên Rûsya, Tirkiye û Îranê bicivin.

Bi gotina wezîrê derve yê Kazaxistanê Xeyret Ebdilrehmanov, 28 vê mehê, wê serkirdeyên hersê welatan ji bo gotûbêjkirina riyên çarekirina kirîza Sûryê bicivin.

Xeyret Ebdilrehmanov eşkere kir, ku nûnerên Hikûmet û dijberiya Sûryê, ku hin ji wan ji girûpên tundrew in, wê beşdarî civînê bibin.

N.O