Yekem dibistana Pêşesaziyê li Qamişlo hat vekirin
K24 – Qamişlo
Rêveberiya Xweser dibistaneke Pêşesaziyê li bajarê Qamişlo vekir. Gelek beşên xwendinê di dibistanê de têne fêrkirin û piraniya minhacê dibistanê waneyên piraktîkî ne.
Di çarçoveya hewldanên Rêveberiya Xweser bo pêşxistina perwerdê li Rojavayê Kurdistanê, di dawî pêngavên xwe de dibistaneke taybet a Pêşesaziyê li bajarê Qamişlo vekir. Di dibistanê de 5 beşên piraktîkê hene, mîna Eliktirîk, Mîkanîk, Eliktron, Torno û Kompiyoter.
116 xwendekar di dibistanê de fêr dibin û 30 mamoste jî wan perwerde dikin.
Ev dibistan di demên Rejîma Sûriyê de, tê de heman beşê xwendinê dihatin fêrkirin. Rêveberiya dibistanê dide zanîn ku ew rastî gelek astangiyan tên û bi taybetî di warê peydakirina alav û mamosteyan, lê hewl didin wan astengiyan li gorî karînên xwe çareser bikin.
Dibistana Pêşezaiyê tekane ye li ser asta Rojavayê Kurdistanê û li gorî rêveberiya dibistanê eger e di demên bê de dibistanên Pêşesaziyê li piraniya deverên din ên Rojava werin vekirin.