Li Cerablusê jî operasyon li dijî Şuheda El-Şerqiye tê kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê û tevî hin komên çekdar li Cerablusê jî li hember grûpa Şuheda El-Şerqiye dest bi operasyonê kir.
Li gor medya Tirkiyê, Artêşa Tirk li herêmên Mertala Firatê û Efrînê hemû hêzên çekdar yên bi navê "Ceyşul Wetenî" di bin yek navê de kom dike. Lê grûpa Şuheda El-Şerqiye beşdarî vê nabe.
Artêşa Tirk vê grûpê bi talan, dizî û her cure karên xerap binav dike û tevî hêzên din ên li Efrînê ji roja 18ê vê mehê li hember wan dest bi operasyonê kir.
Li gor Rewangeha Sûrî belav kiriye, di encama wî şer û pevçûnên li Efrînê de zêdetir ji 32 çekdaran hatin kuştin û herwiha 2 kesên sivîl jî canê xwe jidest dan.
Piştî Efrînê, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, karwaneke leşkerî ji artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve gihîşt Cerablus, Bab û Ezazê û li hember heman grûpa çekdar Şuheda El-Şerqiye jî operasyon tên encamdan.
Li gor Rewangehê, her sê navçe wek herêmên ewlekarî hatine ragehandin û hatin dorpêçkirin û operasyon berdewam dike.
Li gor şopîneran, sedema wî derketina wî şerî di navbera artêşa Tirk û hun grûpên çekdar li dijî grûpa Şuheda El-Şerqiye ew e, wê grûpê red kiriye di çarçova amadekariyên artêşa Tirkiyê yên li dijî rojhilatê Firatê de ji Efrînê derkeve.
S. B