Rûsya: Astengî li ber bicîkirina rêketina Idlibê hene

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova ragihand, tevî bizavên Tirkiyê ji bo bicîkirina rêketina Idlibê, lê hîn jî astengî li pêşya bicîkirina wê hene.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova ragihand, tevî bizavên Tirkiyê ji bo bicîkirina rêketina Idlibê, lê hîn jî astengî li pêşya bicîkirina wê hene.

Maria Zakharova di kongireyekî rojnamevanî de, behsa êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî li ser Dêra Zorê kir û got: Em ji êrîşên Hevpeymaniyê dilgiran in, ji ber ku bi berdewamî êrîşî bajarokê Hecîn dike û gellek qurbanî ji sivîlan ketine.

Zakharova amaje bi wê yekê kir ku Hevpeymaniya Navdewletî bombeyên fosforî yên qedexekirî li Dêra Zorê bikar aniye lê bi gotina wê: Amerîka rijde ku rastiyan veşêre.

N.O