Amerîka: Em dabeşbûna Sûryê naxwazin
K24 - Navenda Nûçeyan.
Şanderê taybet ê Amerîka bi pirsa Sûryê James Jeffrey, ragihand ku armanca wan ne guhertina rêjîma Beşar Esed e û ew dabeşbûna Sûryê naxwazin.
James Jeffrey zelal kir, ku Amerîka kar li ser guhertina rêjîma Sûryê nake, lê ew dixwazin siyaseta rêjîmê beramberî gelê Sûryê û cîran û civaka navdewletî biguherin.
Jeffery tekez kir, ku ew rijd in li ser destpêkirina pirosêseke siyasî bi beşdariya hemû pêkhateyên Sûryê û got: Amerîka kar dike, ku di hefteyên dahatî de, komîteya danîna destûra Sûryê were pêkanîn.
Herwiha navhatî diyar kir, ku hebûna hêzên wan li nav Sûryê û Rojavayê Kurdistanê, ji bo şerê li dijî DAIŞê û peydakirina aramyê ye û hêzên wan bi awayekî rewa li Sûryê ne.
N.O