Oldarên Rojavayê Kurdistanê gefên Tirkiyê red dikin

Ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê bi awayekî aştiyane û ji bo jiyaneke hevbeş, zanyarên olî li Cizîrê dîdarek lidar xistin. Di dîdarê de oldarên Misliman, Xiristyan û Êzîdî jî beşdar bûn.
kurdistan24.net

 

K24 – Amûde

Ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê bi awayekî aştiyane û ji bo jiyaneke hevbeş, zanyarên olî li Cizîrê dîdarek lidar xistin. Di dîdarê de oldarên Misliman, Xiristyan û Êzîdî jî beşdar bûn.

Ji ber rewşa hestiyar ya ku dever tê re derbas dibe û bi taybetî destdirêjahiya Tirikyê di herêmên Bakurê Sûriyê de, zanyarên olî yên Cizîrê dîdarek li bajarê Amûdê lidar xistin. Kesên beşdar ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê doza giftûgoyê bi awayekî aştyane kirin û destdirêjahiya Tirikyê di kirîza Sûriyê de şermezar kirin, herwiha tekezî li ser jiyana hevbeş kirin.

Serokê Encûmena Olî li Bakur û Rojhelatê Sûriyê Mihemed Qadirî ji K24ê re got: “Em dixwazin bêjin çi çareseriyek bi aliyê aştî, hevdîtin û nêzîkbûnê bi dewleta Sûriyê re em pê re ne. Em dixwazin bibêjin jî, çi êrîş û dagîrkirin li ser me çê bibin, em li dijî wê ne û em wê şermezar dikin. Em dibêjin bila dewleta Tirkiyê vegerin aqil û mirovatiya xwe. Heger ew dawa edaletê dikin wek navê xwe, bila edaletê bikin.”

Ji aliyê xwe ve, Keşeyê Kenîseya Marisya El-Hekîm Mîxaîl Yaqûb ji K24ê re got: “Hevdîtina me her tim me baştir bi hevdu dide naskirin û xelkê me jî bi hevdu dide naskrin, ev yek dihêle ku em bi hev re rast bin. Xelkê me yê Xiristiyan ji Mislimanan hez dikin, ji ber dizanin Misilman kî ne û herwiha Misilmanî jî ji Xiristiyaniyan hez dikin, ji ber dizanin Xiristiyan kî ne û ev rewş dihêle yekîtî çê bibe û yekîtî jî hêz e.”

Beşdaran tekezî li ser pêwistiya hevdîtinên bi vî rengî li Rojavayê Kurdistanê kirin ku bibe nemûne ji tevahiya Sûriyê re bo rêgirtina li ber grûpên radîkal ku bi navê olê li Sûriyê şer dikin.

Di dîdarê de, zanyaran bang li Hikûmeta Tirikyê kir ku bi çavên cîrantiyê li Bakurê Sûriyê binere û vegere armanca xwe bi pêkanîna dad û gêşepêdanê ya ku AKPê pê bang dike.