Biryareke Amerîka li Rojavayê Kurdistanê Tirkiyê dilgiran dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Rojnameya El-Şerq El-Ewset ji ser zimanê fermandarekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) veguhestiye, ku Artêşa Amerîka şevê din 5 xalên çavdêriyê li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê bi Tirkiyê re daniye.
Herwiha wî fermandarê ji rojnameyê re diyar kiriye, ku du ji xalên çavdêriyê li Kobanê û 3 ji wan li Girê Sipî hatine danîn.
Li gorî wî fermandarê YPGê, ku nexwestiye navê wî bê şkerekirin, bîrnameyek ji bo dema salekê di navbera HSD û Amerîka de hatiye îmzekirin, li gorî wê bîrnameyê, wê Amerîka 30 hezar şervanan û endamên asayişê rahênan bike û dibe heya dawiya sala 2019an, ew bîrname were dirêjkirin.
N.O