Îran bingehên serbazî û rahênanê li başûrê Sûryê ava dike

Serokê Desteya Danûstendinan a dijberiya Sûryê Nesir El-Herîrî ragihand, ku hêz û mîlîşyayên Îran bingehên serbazî û rahênanê li başûrê Sûryê ava kirine.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Desteya Danûstendinan a dijberiya Sûryê Nesir El-Herîrî ragihand, ku hêz û mîlîşyayên Îran bingehên serbazî û rahênanê li başûrê Sûryê ava kirine.

Nesir El-Herîrî diyar kir, ku Îran hêzên xwe li başûrî Sûryê xurt kiriye û niha kar li ser amadekirina hêzekê wek ya Hizbullaha Lubnanî li Sûryê dike bi riya çekdarkirin û perwerdekirina xortên Sûrî.

El-Herîrî tekez kir, ku Îran beşek ji pirsgirêka li Sûryê ye û divê aliyên navdewletî pilanekê deynin daku rê li ber zêdebûna hêza Îranê li nav Sûryê bigirin.

Navhatî eşkere kir, ku ew kar li ser avakirina bingeheke taybet bi şopandina kiryar û tevgerên Îran û derxistina wê ji Sûryê dikin. 

N.O