Erdogan: Emê DAIŞ li Sûrya bidawî bînin

Erdogan: Ewên dibêjin, ku ew li dijî DAIŞê ne, biçûktirîn bergirî jî li dijî wê girûpê nekirine. Weke Tirkiyê em soza wê yekê didin ku di çend mehên dahatî de, emê paşmayên wê girûpê bi temamî jinav bibin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan got: Ewên dibêjin, ku ew li dijî DAIŞê ne, biçûktirîn bergirî jî li dijî wê girûpê nekirine. Weke Tirkiyê em soza wê yekê didin ku di çend mehên dahatî de, emê paşmayên wê girûpê bi temamî jinav bibin.

Receb Teyib Erdogan di civîneke firakisyona partiya xwe de li Perlemana Tirkiyê gotarek pêşkêş kir û got: Li Sûrya DAIŞ nema ye. Tenê çend girûpên çete hene ku di bin navê DAIŞê de, wek yedek hatine hiştin, bi mebesta têkdana Sûrya li wan navçeyên ku hatine rahênankirin û biçekkirin.

Erdogan got jî: Emê tenê li wan terorîstan bidin ku dijatiya wan ji Tirkiyê re weke rojê zelal e.

Herwiha Serokê Tirkiyê got: Ewên dibêjin ku ew hevpeymanên me ne, hevparên me yên stiratejî ne, ewên dixwazin pêwendiyên me bi wan re bihêz bin û ber bi pêş ve biçin, ev derfetek e. Heger hat û xwe ji pişt wan terorîstan kişandin, wê demê emê nas bikin ku ew li gel Tirkiyê ne û heger berûvajî wê yekê bin, wê Tirkiyê hemû karên pêwîst ji bo parastina xwe bike.

Derbarê YPGê Erdogan got: Zehmet e ji niha û pê ve, em beramber gefekê ji wî corî bê karvedan bimînin.

Jêder: Anadol

N.O