Rûsya: Oerayonên leşkerî dê li rojhilatê Firatê jî wein kirin

Şanderê Serokê Rûsyê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev ragihand, ewê operasyonên li dijî terorê li Sûriyê berfereh bikin ku rojhilatê çemê Firatê jî lixwe bigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê Serokê Rûsyê ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev ragihand, ewê operasyonên li dijî terorê li Sûriyê berfereh bikin ku rojhilatê çemê Firatê jî lixwe bigire.

Alexander Lavrentiev di gotina destpêkê a danûstandinên Astanayê de got, ew di vê gera Astanayê de mijara destûra Sûriyê, vegera penaberan û rewşa parêzgeha Idlibê gotûbêj bikin.

Li ser mijarên girêdayî bi terorê, Alexander Lavrentiev got: “Sûriye ber bi aramiyê ve diçe. Piştî serkeftina operasyona leşkerî li parêzgeha Siwêdayê, dê operasyona leşkerî bo navçeyên rojhilatê Firatê û ta sînorê Iraqê bên berferehkirin.”

Îro li Astana paytexta Kazixistanê bi beşdariya her sê welatên gerentîker ên Sûriyê Rûsya, Tirkiye û Îranê û şandên hikûmet û rêjîma gera 11emîn a danûstanên Astana bo krîza Sûriyê destpê kir.

Di vê gerê de nûnerên Netewên Yekgirtî û Urdinê jî beşdar in û Şanderê Navdewletî a taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura serperiştiya şanda navdewletî dike.

 

S. B