NY ji Sûriyê dixwaze sedema mirina bi hezaran girtî aşker bike

Netewên Yekgirtî daxwaz ji hikûmeta Sûriyê dike, rastiya lîsta kesên di zîndanên wê de mirine aşkere bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî daxwaz ji hikûmeta Sûriyê dike, rastiya lîsta kesên di zîndanên wê de mirine aşkere bike.

Komîta Lêkolînên Tawanên Şer ya ser bi Netewên Yekgirtî ve di raportekê de daxwaz ji hikûmeta Sûriyê dike, sedma mirina bi deh hezaran girtiyên di zîndanên wê de aşkere bike û termên wan radestî malbatên wan bike.

Piştî 8 salan, hikûmeta Sûriyê da zanîn ku wê raportek derkir û tê de navê bi deh hezaran girtiyan hene, piraniya wan di navbera salên 2011 û 2014an de mirine.

Komîta Lêkolînên Tawanên Şer dibêje, piraniya kesên mirine bi heman sedemê û di heman dîrokê de mirine, ev yek cihê gûmanê ye û nîşana wê yekê ye, ku ew girtî hatine bidarvekirin û hikûmeta Sûriyê vê yekê vedişêre.

Di raportê de hat jî, tê pêşbînîkirin piraniya kesên mirine, di girtîgehên dezgehên îstixbarat û artêşa Sûriyê de hatine kuştin.

Herwiha daxwaz ji Rûsya û welatên hevalbendên rêjîma Sûriyê kir jî, di wê dosyê de alîkar bin û çarenivîsa kesên windayî aşkere bike. Ji ber ji mafên malbatên wan e rastiya çarenivîsa kurên xwe bizanin û termên wan bibin.

Komîta Lêkolînên Tawanên Şer di sala 2016an de di raportekê de diyar kiribû, rêjîma Beşar Esed di ber “operayonên qirkirinê û tawanên li dijî mirovahiyê” de berpirs e.

 

S. B