DAIŞ: Dîl ên HSD di bordûman a Hevpeymaniyê de hatin kuştin

Rêxistina DAIŞ ragihandiye, bi sedema bombebarankirina zîndanek wan ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve, hejmarek ji dîl ên HSD hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina DAIŞ ragihandiye, bi sedema bombebarankirina zîndanek wan ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve, hejmarek ji dîl ên HSD hatin kuştin.

Rêxistina DAIŞ belavkiriye ku, Hevpeymaniya Navdewletî zîndanek wan li gundê Keşme li navçeya Hecîn bombebaran kiriye û di encam de  hejmarek ji dîl ên HSD ku li cem wan girtîbûn hatin kuştin, bê ku hejmara wan, bi temamî eşkere  bike.

Şerê Hêzên Sûriya Demokrat û Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞ li dawî baregehê wan li rojhilatê Dêrezorê berdewam e, û Hevpeymaniya Navdewletî  bi kuştina sivîlan di Operasyonên xwe de, tê tometbar kirin.

 

 

C.B