Di Mistura: Civîna Astanayê ne serkeftî bû!
K24 – Navenda Nûçeyan
Staffan di Mistura radighîne, Rûsya, Tirkiye û Îran ti gav ji bo avakirina Komîteya Destûrê Sûriyê li Astana neavêtin e.
Şanderê Navdewletî ji bo Sûriyê Staffan di Mistura di daxûyaniyekê de ragihand, welatên garantîker, Rûsya, Tirkiye û Îran di pêkanîna Komîteya Destûrê Sûriyê de, ti pêşkeftin nekirin, û dilgiraniya xwe di vê derbarê de anî ziman.
Dî Mistura got jî, ev dawî gera danûstandinên Astana di sala 2018an de ye, û cihê dilgiraniyê ye ji bo gelê Sûriyê, ku şansek din ji bo avakirina Komîteya Destûrê wenda bû.
11emîn gera Danûstandinên Astana duhî û îro bi amadebûna nûnerên Opozisyon, Hikûmeta Sûriyê û welatên garantîker li Astana birêve çû.
C.B