Aydin Altaç: Ez jî piştgiriya fermîkirina zimanê Kurdî dikim
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Dad û Geşepêdanê AK Partî, li 60 bajaran namzetên xwe yên şaredariyan eşkere kir û li bajarên Bakûrê Kurdistanê di nav namzetan de qeyûm jî hene. Endamên AK Partiyê dibêjin; qeyûmên ku bûn e namzet, wekî mînak ê Diyarbekrê Kurd e û ji Diyarbekrê ne dûr e. Çavdêrên siyasî dibêjin; nîşandana qeyûman ji bo namzediyê peyamek ne demokratîk e.
Ji aliyê xwe ve, Serokê şaxa Diyarbekrê yê AK Partî yê berê Aydin Altaç di dema beşdariya di nûçeyên demj. 19:00an a Kurdistan24 de anî ziman ku, Qeyyûman jî gelek xebat û çalakî li deverê lidar xistin e. Gelê deverê jî, xebata hatî kirin bi çavên xwe dîtin e û dê weha nêzîkahiyê bikin.
Herweha Altaç liser Platforma Zimanê Kurdî got ku, Ew jî piştgiriya fermîkirina zimanê Kurdî dike. AK Partî bû, ku gelek astengî lipêş bikaranîna zimanê Kurdî rakir û dê pêngavên erênîtir jî bên avêtin.
Altaç got ku, ji bo daxwaza fermîkirina zimanê kurdî, nabe şerek çekdarî bê birêvebirin…
C.B