Ehmed Silêman: Kurd jiber nakokiyên navxweyî nikarin rola xwe bilîzîn

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriye Ehmed Silêman liser Civîna Astanayê, Diyaloga Sûrî-Sûrî li Ên Îsa, Rewş û sekna Kurd li rojavayê Kurdistanê û Sûriye, beşdarî nûçeyên demj. 19:00an a Kurdistan 24 bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriye Ehmed Silêman liser Civîna Astanayê, Diyaloga Sûrî-Sûrî li Ên Îsa, Rewş û sekna Kurd li rojavayê Kurdistanê û Sûriye, beşdarî nûçeyên demj. 19:00an a Kurdistan 24 bû.

Ehmed Silêman bîrûraya xwe bi vî awayî anî ziman:

“Pêvajoya Astana ji serî ve nekarî bibe platformek serkeftî ya çareseriya krîza Sûriye. Herçend çendîn gav jib o rawestandina şer li hin deveran de hate avêtin jî, bi giştî nekarî bibe platformek serkeftî ya çareseriyê.

Ji destpêka Krîza Sûriye, dîtina me ew bû ku, bê destwerdanek ji derve xelkê Sûriye dikarîbû baştir pirsgîrekê çareser bike. Wê demê ji rejîmê û opozisyonê jî dihate xwestin, ku çareseriya dinav xwe de bibînin, lê ev derfet ji dest çû. Niha wekî civîna li Ûn Îsa, diyaloga Sûrî-Sûrî, mirov nikare bêje nûnerê xelkê Sûriye ne. Rengek in û dikarin bi hevûdu re vî rengî avabikin. Gwsvek baş e ji alî diyalogê ve, ne ew gav e ku dikare xizmeta çareseriya krîza Sûriye bike. Gava rejîm ne amade be û Opozisyon ne amade be, ne xwedî projeyên çareseriyê bin, civînên wekî yên Ûn-Îsa civînên tenê ku teng dimînin in.

Di destpêkê de, siyaseta Kurdî dikarîbû rolek berçav bilîze. Lê nakokî ketin nav tevgera siyasî ya Kurdî û niha gelek zehmet e rolek girîng a berçav bilîzîn. Tevgera siyasî ya Kurdî nikare bi hevûdu re rûn e û rolek ji çareseriyê re ilîze. Mixabin rola Kurd di civînên navneteweyî de nayê ziman û nikare bibe babetek sereke ya van platforman”…

 

 

C.B