Pentagon carek din liser S400an hişyarî da Tirkiye

Pentagon careke din hişyarî dide Tirkiyê, eger ji Rûsyayê sîstemên S-400 bikire, dibe ku ji projeya balefirên F-35 bê derxistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Pentagon careke din hişyarî dide Tirkiyê, eger ji Rûsyayê sîstemên S-400 bikire, dibe ku ji projeya balefirên F-35 bê derxistin.

Wezareta Berevaniya Amerîka di çarçoveya Budçeya 2019'ê de, derbarê pêwendiyên bi Tirkiyê re raporek pêşkêşî Kongrêsa Amerîkayê kir.

Tê destnîşankirin, Tirkiye ji sala 220'ê ve hevpareke girîng a projeya Balefirên F-35 e, lê eger ku planên Enqerê bo wergirtina sîstemên mûşekên Rûsî S-400 berdewam bike, ewê mijara derxistina Tirkiyê ji projeya balefiran bînin rojevê.

Di raporê de tê destnîşankirin, Rayedarên Tirkiyê gelek caran li pêş raya giştî gotine ku rêkeftina wan bi Rûsya re berdewam dike û sala 2019'ê mûşekên S-400 bigihên destê wan.

Tirkiye di nav pêşxistin û kirîna projeya balefirên F-35 de ye û ji Amerîkayê daxwaza 116 balefiran dike ku bi giştî 25 mîlyar dolar in.

 

 

C.B