HDP: Biryara 19emîn Dadgeha Enqerê siyasî ye

19emîn Dadgeha Sizaya Giran a Enqerê, serlêdana parêzeran bo berdana Selahedîn Demîrtaş red kir

K24 – Navenda Nûçeyan

19emîn Dadgeha Sizaya Giran a Enqerê, serlêdana parêzeran bo berdana Selahedîn Demîrtaş red kir. Rayedarên HDPê dan zanîn, bi biryara dawî jî diyar bû ku dadgeh biryarên siyasî didin û demîrtaş wek barimte di zîndanê de tê girtin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê beriya 10 rojan biryar da ku, Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş divê gavek zûtir were azadkirin û 25 hezar Euro siza da Tirkiyê ku mafên Demîrtaş binpê kiriye.

Dadgehê her weha yekemîn car behsa xala 18emîn kir ku Demîrtaş jiber sedemên siyasî di zîndanê de ye, nek yasayî.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî biryarê dabû xuyakirin, ewê guh nedin biryara Ewropa û li karê xwe binêrin. Dadgeha Sizaya Giran a Enqerê jî guh neda biryara Dadgeha Ewropa û serlêdana parêzeran ya bo azadkirina Demîrtaş red kir.

Hevserokên HDPê Sezaî Temelî û Perwîn Buldan bi daxuyaniyeke nivîskî dan zanîn, 19emîn Dadgeha Sizaya Giran a Enqerê, bi sedemên siyasî û daxwaz û fişarên desthilatê biryara azadkirinê red kiriye û careke din nîşan dane ku Demîrtaş û hevalên wî jiber sedemên siyasî di zîndanê de ne. 

Seroka Sinn Fein a Îrlandayê Mary Lou McDonlad jî piştevaniya azadkirina Demîrtaş dike û dibêje, Tirkiye Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike.

Parêzeren Demîrtaş piştî biryarê dan xuyakirin, biryara 19emîn Dadgeha Enqerê siyasî ye û hincetên ku bo nebardanê nîşan dane jî, bêbingeh in ku qaşo egera reva Demîrtaş heye yan jî birayar Dadgeha Ewropa wek biryara dawî nabînin.

Dan zanîn, ewê bo betalkirina biryarê serî li dadgeha 20emîn a Sizaya Giran bidin û her weha serî li Dadgeha Destûrê jî dane.

 

S. B