Mhemed Ismaîl: Yekrêziya Kurdî, binemaya serkeftinê li rojavayê Kurdistanê ye

Berpirsê Rêvebir yê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDK-S Mhemed Ismaîl, ji Kurdistan24 re diyarkir, pêkanîna ezmûnek nû liser bîngeha pêkvejiyanê...

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Rêvebir yê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDK-S Mhemed Ismaîl, ji Kurdistan24 re diyarkir, pêkanîna ezmûnek nû liser bîngeha pêkvejiyanê, rêzgirtinê, yeksaniyê li rojavayê Kurdistanê di berjewendiya herêmî û navneteweyî de ye.

Mhemed Ismaîl, herweha anî ziman ku, Amerika û Rûsya jî babeta rojavayê Kurdistanê girêdayî nakokiyên xwe – pirsê mezin dikin. Ya herî baş Ezmûneke Kurdî pêk were. Liser bîngeha pêkvejiyanê, di navbeyna hemû pekhateyên herêmê de ezmûnek were rêkxistin. Ligor rastiya îro, Meclisa Sûriya Demokrat (MSD) ne Kurdên ku dinav de ne nûneritiya hemû Kurdan dikin, ne Erebên tê de nûnerîtiya hemû Ereab dikin, ne jî Kristiyanên tê de nûneratiya hemû Kristiyanan dikin. Ya baş ew e, liser bîngehê nêzîkahiya nûneratiya aliyan a berfereh, çarçoveyek rêvebiriyê bê danîn, ku dê piştgiriya navneteweyî jî bibîn e. Amerika jî, Fransa jî, Rûsya jî hewl dan e û didin pêkhateyên deverê bi hevûdu re dinav pêkvejiyanê de rêvebiriyê pêkbîn in.

Berpirsê Rêvebir ê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDK-S got ku, gengeşekirina rastiya Kurd û rewşa îro dikare derfetek baş ji Kurdan re bîne rojevê. Paqijkirina terorê ji deverê, dê herweha derfetên baş ji bo Kurdan û pekhateyên din li rojavayê Kurdistanê bîne pêş. Pêkanîna modela demokrasî, rêzgirtin, nûneratiya gelan, pêkvejiyanê dikare çawa modela başûrê Kurdistanê kiriye nimûne, weha dikare rojavayê Kurdistanê jî, ji tevayiya Suriye re bike nimûne.

Berpirsê rêvebir yê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya PDK-S Mhemed Ismail, giringiya yekrêziya Kurdî, wekî binemaya serkeftina Kurd jî binav kir û di vê çarçoveyê de diyarkir ku, wekî ENKS gelek hewl ji bo vê yekê pêkanîn e.