Wezîrê Enerjî yê Amerika li Kurdistanê ye

Wezîrê Enerijyê yê Amerikayê Rick Perry, gihişt paytexta Kurdistanê Hewlêrê

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Enerijyê yê Amerikayê Rick Perry, gihişt paytexta Kurdistanê Hewlêrê.

Wezîrê Enerjiyî yê Amerika piştî bidawîhatina seredana xwe ya Erebistana Siûdî, hat paytexta herêma Kurdistanê û li Belafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê ji alî Serok Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Rick Perry ji Adar a sala 2017an ve Wezîrê Enerjî yê Amerikayê û namzedê Serok Trump a vê wezaretê bû ye.

Seredana Perry di demekê de ye, ku dorpêçên Amerika beramberî Komara Islamî ya Îranê di warê cîbicîkirinê de ne. Herweha berî demek nêzîk petrola Kerkûkê bi rêkeftinek di navbeyna hukimetên Hewlêr û Bexdayê de, bi rêya boriya petrol Kurdistanê ve digihe bazara cîhanê.

 

C.B