PDK û Goran ji bo pêkanîna hikûmetê dicivin
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê li ser asta bilind li Hewlêrê dicivin.
Jêderekî ji PDKê ji K24ê re ragihand, PDK û Tevgera Goranê îro derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dicivin.
Da zanîn jî, di civînê de rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê guftûgo dikin.
Ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, PDK ligel aliyên Herêma Kurdistanê dest bi guftûgo kiriye û duhî jî ji bo nehîştina sarbûna pêwendiyan her du Polîtburoyên PDK û YNKê li Hewlêrê civiyabûn.
Derbarê ecindeya wê civînê de, Peyvdarê YNKê Seidî Ehmed Pîre ji K24ê re ragihand, civîn ji bo nehîştina sarbûnê û başkirina pêwendiyan bû.
Herwiha got: “YNKê daxwaza hevpariya rasteqîne di kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê de ji PDKê dike û merc tune ye ku vegerin serdema 50 bi 50.”
S. B