Kolberekî din ê Kurd hat kuştin

Kolberekî Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê li navçeyên sînorî ji aliyê çekdarên Îranê ve hat kuştin û kolberekî din birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kolberekî Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê li navçeyên sînorî ji aliyê çekdarên Îranê ve hat kuştin û kolberekî din birîndar bû.

Rêxistina Hingaw a Mafên Mirovan belav kir, şeva 14ê vê mehê hêzên çekdarên Îranê li sînorê Hingejala Banê gule avêtin kolberan û di encamê de kolberek hat kuştin û kolberekî din jî birîndar bû.

Li gor zanyariyên Hingawê, navê kolberê hatiye kuştin Rehman Ketabî ye û 45 salî ye. Navê kolberê birîndar jî Mihemed Merûfî ye û temenê wî 20 salî ye.

Amaje bi wê yekê jî kir, Rehman Ketabî bavê 5 zarokan e. Mihemed Merûfî jî bo binkeyeke tenduristiyê hatiye veguhastin.

Li gor amarên Rêxistina Hingaw a Mafên Mirovan, îsal 30 kolber li sînorê bajarê Banê bûne qurbanî, 6 kolber hatine kuştin û 24 kolberên din jî birîndar bûne.

 

S. B