13 partiyên Rojavayê Kurdistanê: Êrîş li ber derî ye

13 partî û hêzên siyasî lihev civiyan û daxuyaniyek ji raya giştî re ragihandin, tê de dibêjin Tirkiyê bi van gefan şer radigihîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî gefên Serokomarê Tirkiyê bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojhilatê çemê Firatê, hin aliyên siyasî van gefan bicîdî digirin û 13 partî û hêzên siyasî lihev civiyan û daxuyaniyek ji raya giştî re ragihandin, tê de dibêjin Tirkiyê bi van gefan şer radigihîne.

Di çarçoveya nerîn û helwestên tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê derbarê gefên Tirkiyê li ser Rojhilantê çemê Feratê de, Hevbendiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (HNKS) di daxuyaniyekê de dibêje, gefên Tirkiyê cidî ne û hikûmeta Ardogan netenê partiyeke siyasî armanc dike, lê belê armanca wê doza gelê Kurd e, loma pêwist e tevgera siyasî ya Kurdî nakokiyên partîtî bide alî û bi şêweyekî bilez lihev bicive.

Endamê Desteya Serokatiya HNKSê Salih Gedo ji K24ê re got: “Armanca Erdogan Rojavayê Kurdistanê ye. Ew dibîne hebûna Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li wir wek destpêka avakirina keyanekî Kurdî ye, armanca Erdogan Kurd in, ne partiyek bi serê xwe ye. Di vê çarçovê de, divê em wek tevgera siyasî ya Kurdî bi kêmanî em gotar û helwesta xwe bikin yek.”

Di heman çarçoveyê de hejmarek ji hêz û partiyên siyasî civînek li bajarê Qamişlo lidar xistin û daxuyaniyek ji raya giştî re belav kirin, tê de dibêjin: “Gefên Tirkiyê ragihandina cengekê ye. Gefên Tirkiyê di bin erêkirineke navdewletî de têne xwarin.” Civîna navhatî jî tekez kir ku dê şaneke dûvçûnê bête damezrandin ku kêlî bi kêlî li hember gefên Tirkiyê rawestin.

Sekreterê Partiya çep a Kurd li Sûriyê Mihemdê Mûsê di konferanseke rojnamevanî de got: “Arasteya me ew e, emê miletê xwe amade û birêxistin bikin, ji ber ku ev gef li cem me gefine cidî ne û di hundirê van gefan de divê em jî amadekarî û hesabên xwe jê re danin. Amadekariyên me aliyekê wê girêdayî bi xweparastinê ye û divê gelê me xwe baş amade bike û bêjmêre ku êrîş li ber derî ye, anku êrîş di her demekê de tê pêşniyazkirin.”

Ji dema ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Ardogan ragihand, dê operasyoneke leşkerî li dijî Rojhilatê çemê Firatê pêk bîne, ev cara yekemîn e hijmarek ji hêz û partiyên siyasî lihev dicivin.

Tê zanîn jî ku Sekreterê Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê Ebdilhemîd Derwêş bangek belav kir ku roja 20 vê mehê tevahiya hêz û partî û kesayetên serbixwe lihev bicivin, da ku helwesteke hevbeş derbarê gefên Tirkiyê ragibihînin.