Endamên Encûmena Pîran rexne li biryara Trump digirin

Hejmarek ji endamên Encûmena Pîran a Amerîkayê rexne li biryara Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê digirin û daxwaz jê dikin, pêdaçûnê di biyara xwe de bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmarek ji endamên Encûmena Pîran a Amerîkayê rexne li biryara Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê digirin û daxwaz jê dikin, pêdaçûnê di biyara xwe de bike.

Hejmarek ji endamên Encûmena Pîran a Amerîkayê û ji her du partiyên Komarî û Demokratan nameyek ji Serokê Amerîka Donald Turmp re birê kir, tê de hat: “Heger tu dixwazî biyara xwe ya vekişandina hêzên me ji Sûriyê bicih bîne, bêgûman DAIŞ dê li Sûriyê geş bibe.”

Di nameyê de hat jî: “Teror ne tenê ji bo Sûriyê gef e.” Herwiha name dibêje: “Dîktatoriya Beşar Esed li ser gelê Sûriyê berdewam e û em di wê metirsiyê de ne ku vekişandina hêzên me, bibe sedemek ku Esed rênimayine din bigire ber ji bo desthilata xwe bihêz bike.”

Wan endaman nîgeraniya xwe derbarê wê vekişandinê de derbirî ku dê rê bide du rikberên Washingtonê “Rûsya û Îran” çalakiyên xwe li wî welatî erfereh bikin û di nameyê de gotin: “Îran û Rûsyayê krîza Sûriyê ji bo zêdekirina hejmûna xwe li wî welatî bikar anîne. Îran û Rûsya her xaleke lawaz bibînin, dê hebûna xwe li navçê zêde bikin. Herwiha baweriya hevpeymanên me li navçê jî dê bi me kêm bibe.”

Endamên Encûmena Pîran ji Trump got: “Nabe rêveberiya te şaşbûnên rêveberiyên berê yên Amerîka dubare bike û xwe radestî wan kesên nebaş bike.”

Ji nava endamên li ser nameyê îmzekirine ev in: Endamên Partiya Komarî Lindsey Graham, Joni Ernst, Tom Cotton û Marco Rubio ne. Herwiha endama Partiya Demokratan Jeanne Shaheen û endamê serbixwe Angus King in.

 

Jêder: RT