Turmp: Ez Brett McGurk nas nakim

Serokê Amerîka Donald Trump di nûtirîn helwesta xwe de li ser destberdana Nûnerê Serokatiya Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk dibêje: “Ez wî nas nakim”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump di nûtirîn helwesta xwe de li ser destberdana Nûnerê Serokatiya Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk dibêje: “Ez wî nas nakim”

Serokê Amerîka Donald Trump li Twittera xwe li ser Brett McGurk nivîsî: “Ez Brett McGurk nas nakim, ew ji aliyê Serok Obama ve di sala 2015an de hatibû destnîşankirin. Biryar bû di meha Sibata bê de dest ji kar berda, lê wî niha dest ji kar berda.”

Duhî Nûnerê Serokatiya Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk dest ji kar kişand û berî wî jî Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis jî dest ji kar berda.

Biryara destberdana Brett McGurk û James Mattis piştî helwesta Donald Trump a vekşandina hêzên Amerîka ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tê.

James Mattis roja Pêncşemê 20 vê mehê nameya destberdana ji kar ji Trump re şandibû û diyar kiribû, ji ber nakokiyên di navbera wî û Trump li ser rêvebirina Amerîka de, ew dest ji kar berdide.  

 

S. B