Di sansura twitter de Tirkiye di cîhanê de, di rêza yekem de ye

Ji 38 welatan daxwaza rakirina 12 hezar twitteran hatiye kirin, 8 hezar û 988 ji Tirkiye hatine kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye bi egera parvekirinên sosyal-medyayê gelek kes hatine desteserkirin, binçavkirin û girtin. Heman demê Tirkiye daxwaza ji twitterê kiriye, gelek accountan jinav bibe, parvekirinan rake.

Twitterê daxwaza rakirina parvekirinên di twitterê de weşand. Ligor vê 38 welatan daxwaza rakirina parvekirinan kiriye. Tirkiye bi awayek gelek pêş di rêza yekem de cîh digre. Ji sedî 73 daxwazên rakirina twitteran ên Tirkiye ne. Ji 38 welatan daxwaza rakirina 12 hezar  twitteran hatiye kirin, 8 hezar û 988 ji Tirkiye hatine kirin. Piştî Tirkiye di rêza duyem de: Rûsya bi 1 hezar û 641 daxwazan hatiye û di rêza sêyem de Hindistan 246 daxwaza rakirina twitteran kiriye.

 

 

C.B