Akar: Plana Operasyonê amade ye

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar eşkere dike: Wan plana Operasyona Rojhilatê Firatê amade kirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar eşkere dike: Wan plana Operasyona Rojhilatê Firatê amade kirin e.

Gefên Hûkimeta Tirkiyê ya li dijî Rojhilatê Firatê / rojavayê Kurdistanê berdewam dike û îro jî Hulusî Akar dibêje,  wan plana Operasyona Rojhilatê Firatê amade kirin e. Amadekariyên wan ên ji bo operasyonê jî, ligor hatî plankirin berdewam dike.

Piştî helwêsta Serokê Amerikayê Donald Trump a vekişîna Hêzên Amerîkî ji rojhilatê Firatê, Tirkiye bi zarê Serokomar Receb Tayyip Erdogan ragihandibû ku, Operasyona li dijî rojhilatê Firatê bo demek rawestandin e. Lê, heman demê berpirsên desthilata Tirkiye didin xûyakirin ku, amadekariyên wan ji bo Operasyonê her berdewam in.

 

 

 

C.B