Levy: Kurd baştirîn hêz di şerê DAIŞê de bûn – we jibîr kir?
K24 – Navenda Nûçeyan
Fîlosof û bîrmendê Fransî Bêrnard Hênry Levy, vekişandina Hêzên Amerîka ji Sûriyê bi xiyanet a li Kurdan binav dike û dibêje, Amerîka navçe li ser sêniya zîv pêşkêşî Îran, Rûsya û Tirkiyê kir.
Levy di hevpeyvînekê de digel rojnameya The Algemeiner a Amerîkî de dibêje, biryara Trump ya vekişandina Hêzên welatê xwe ji Sûriyê karesat e û navçeyê ber bi ne aramiyê ve dibe.
Hênry Levy di derbarê Kurdan de jî dibêje, Kurd baştirîn û azartirîn hêz di şerê li dijî DAÎŞê de bûn. Bi vekişandina Amerîka dê kurd rastî êrîşên Tirkiyê bên û egera wê yekê jî heye, bên jenosayd kirin.
Bîrmendê Fransî biryara Trump bi şerm û tawana exlaqî binav kir û dibîn e ku, Amerîka bi wê biryarê, navçe li ser sîniya zîv pêşkêşî Îran, Rûsya û Tirkiyê kir.
C.B